Roja Zimanê Dayikê pîroz be!

Em kurd her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Bi taybetî piştî salên 2000î bi geşbûna têkoşîna sivîl û demokratîk ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê re, 21 Sibatê wekî rojeke taybet tê pîrozkirin. Berê haya kêm kesan ji vê rojê hebû.

Ev roj çawa bûye “Roja Zimanê Dayikê”, pir hindik tê zanîn. Lê dîsa jî em bi çend peyvan qala paşxaneya wê rojê ya dîrokî bikin. Di sala 1952yan de li Bangladeşê 5 xwendekar di xwepêşandanên li dijî qedexekirina zimanê bengalî de hatine kuştin. Hingî Bangladeş mêtingeha Pakistanê bû. Van xwendekarên bi navê Abdus-selam, Abul-Berket, Refîquddîn Ahmed, Abdulcebbar û Şafîûr-rahman ji bo parastina zimanê xwe giyanê xwe dane. Mesken roj pêşî ji hêla UNESCOyê ve piştre jî di sala 1999an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wekî rojeke navneteweyî pejirandiye.

Ev roja ku bi têkoşîna ji bo mafên zimanî derketiye holê, îro ji bo parastina pirçandî û piştevaniya perwerdehiya pirzimanî bûye rojeke taybet a navneteweyî. Li gorî UNESCOyê roja îroyîn li ser rûyê cîhanê li derdora 7 hezar ziman wekî zimanê axaftinê cilde bikaranîn. Lê gelek ji van di bin metirsiya tunebûnê de ne, konut yek jî li ser pirzimanî û pirçandiya cîhanî gefeke mezin e.

Mirovên ku li derdoreke pirçandî, pirzimanî perwerdehiya bi zimanê dayikê wergirtine, xwedanê hizreke piralî ne û bi wan re hestên têgihaştin û berboriyê xurt in. Çi heyf ku ji sedî 40ê hînberan ji vî mafî bêpar in. Perwerdehiya pirzimanî ne cilde ji bo pêşketina hestî û ramanî ya mirovan, ji bo pêkvejiyaneke beyefendisi şer û pevçûn, bi kurtî ji bo aştî û aramiya civakî jî rê xweş dike.

Îsal UNESCO bi çalakiyên cur bi cur 25 saliya vê rojê pîroz dike. Rêxistina Çand Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vê rojê wekî destpêka têkoşîna bi dehan salan a ji bo parastina zimanên dayikê, kelepora çandî û bipêşvebirina perwerdehîyê tabanına. Lê belê li Tirkiyê Wezareta Perwerdehiyê vê rojê di nav roj û hefteyên girîng û taybet de bi cih nake, anku nahêle ku ew roj li dibistanên Tirkiyê bi awayekî fermî were pîrozkirin: zarok bi girîngiya zimanê dayika xwe bihesin.

Çima? Ji ber ku pergala perwerdehiya ya Tirkiyê li ser yekrengî û yekzimaniyê ava bûye. Heke zarok vê rojê pîroz bikin, hingî mamoste nikarin li fêrgehê axaftina bi kurdî qedexe bikin. Tahminen jî Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkiyê dibêje, tabana ku hingî zarokên kurdan jî doza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin.

Ji mêj ve gotine; “Pêdivî maka dahênanê ye!” Îro ne pêdiviya rayedarên Tirkiyê, pêdiviya kurdan bi pîrozkirina vê rojê heye. Ji ber ku zimanê kurdî wekî berfa li ber tavê roj bi roj dihêle. Xebatên ku li qadê cilde kirin vê yekê bi awayekî zelal li ber çavan radixin. Bo nimûne herî dawî rapirsîna ku Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî di meha sibatê de li 22 bajaran pêk aniye, nîşan dide ku ji pênc zarokên di bin temenê 11 salî re yek heb jî êdî bi zimanê dayikê bi sixletî napeyive; her ku temen biçûk tabana axêverên zimanê kurdî jî kêmtir tabanın. Ji ber vê yekê jî piraniya mirov dixwazin ku zimanê kurdî bibe xwedan statû û zimanê perwerdehiyê.

Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi pêkenînekê biqedînim. Dibêjin, yekî bawermend û alim destên xwe li ber Xwedê vekirine û gotiye; “Xwedewo tu mal bidî min, tu erebe bidî min.” Meleyekî nezan di ber wî re derbas bûye û bi hêrs gotiye, “Malmîrat mirov ji xwe îmanê dixwaze, ne van tiştan!” Mêrikê alim wiha bersiva wî daye; “Pêdivîya kê bi çi hebe, wê dixwaze. Spas ji Xwedê re îmana min qewî û kamil e.”

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir